All for Joomla All for Webmasters
-->

Bingeha Dewletê Edalet e

Hinek têgeh, peyv û gotinên gerdûnî hene ku duristiyê, heqdarî, serkeftinê tînin hiş û bîra mirovan. Ev gotin û peyv ji hêla desthilatdaran ve pirtir tên bikaranîn. Bi xebitandina van peyv û têgehan desthilatdar dixwazin di nav mirovan de an dewletan de an dîplomasiyê de xwe mafdar, heqperest bidin nîşandan.

 

            EDALET/DAD jî ji van peyvan peyvek e û ji wan têgehan têgehek e.

Di dîroka însaniyetê de herkes dizane ku EDALET çiqas peyvek pîroz e. Ji hunermendan hetanî zanayên îlman, ji hiquqnasan hetanî sîyasetmaderan û aherî giring kitabên pîroz û pêxemberan hemûyan derheqê EDALETÊ de misoger hin tiştina gotine.

            Lê mixabin kesên neheq û zalim jî tu car ji xebitandina vê peyvê xwe dûr nexistine.

Desthilatdarên axa ku em dijîn jî peyva EDALETê pir bi kar tînin. Ev bikaranîn jî piranî ku cihê ku tê de EDALET tecelî bike li dadgeh bûne.

Qasî ku ez dizanim ji damazrandina Komara Tirkiyê vir de di hemû dadgehan de û di hemû salonên darizandinê de hevoka “EDALET MÜLKÜN TEMELİDİR” ango “BINGEHA DEWLETÊ EDALET E “ nivîsandine.

Hemû hukimetên ava bûne soza bi EDALETê tevbigerin dane. Wek ku hûn dizanin navê partiya niha desthilatdar e bi EDALETê dest pê dike.

Gelo çima ev gotina gerdûnî ewqas tê bikaranîn.

Li gor min, yek armanca yekem bikaranîna peyva EDALET ev e ku peyamdayina ku “hetanî niha EDALET tune bûye wê ji niha pê ve her tişt bi EDALET be”

Ango beriya komarê, EDALET li dadgeha tune bûye ew ê ji niha pê ve biryarên bi EDALET bidin. Rêvebiriya berê bê EDALET tevgeriyaye a niha wê bi EDALET tevbigere.

Ya din jî ew e ku bi nirxên gerdûnî xwe binav dikin da ku bi ser kevin.

Mixabin piştî serkeftinê tu car naveroka van peyvan nehatiye tijekirin nehatiye tetbîqkirin.

Niha em li dîroka Tirkiyê mêze kin, bi hêsanî karin bibînin ku rewş tim beravajî peyva EDALETê bûye.

Dadgeha bidin ber çav. Ji damazrandina komarê heta niha çiqas li gor EDALETê tevgeriyaye.

Ma ev dadgeh nîn in ku bi hezaran bawermend bi dar ve kirine.

Ma ev dadgeh nîn in ku bi hezaran kurd bi îdamê mehkûm kirine.

Ma ev dadgeh nîn in ku nehiştine qatil bên darizandin an ên hatibin darizandin jî beraat kirine.

Ma ev dadgeh nîn in ku her tim li gor desthiladaran biryar dane û mixalif dane pelçiqandin.

Misoger dibe car caran ji hinek deman EDALET hinek baştir hatibe teccelîkirin. Lê tu car EDALETa rastîn nehatiye vê axê.

Deh sal berê evan dadgehan ji bo helbestxwendinê Serokwezîrê niha Erdogan avêtin zîndanan. Niha jî mixalîfê Serokwezîr ji bo helbest xwendin tên ceza kirin. Dadgeh heman dadgeh lê desthilatdar guherîye.

Di rêvebiriyê de jî heman rewş didome. Kîjan fikir û raman ji bo serkeve soza EDALETê daye. Lê piştî bûye desthilatdar tenê EDALET ji bo partîzanên xwe xwestine. Tu heq û maf nedane mixalifên xwe. Ji bo pelçiqandina mixalîfa hemû rê û rêbaz bi kar anîne.

Hemû rêvebiran kesên ku ji wan re bîat kirine hilbijartine; Qabîlîyet û lîyaqat xema wan nebûye.

Hemû hakim û dozgerên ji fikra wan hatine ser kar.

Car caran difîkirim û tirs bi min digre. Gelo ev nexweşî rastiyek jiyanê ye. Gelo ên bibe desthilatdar hemû heman rewşê nîşan bidin. Ên niha mezlûm be wê bibe zordest, zalim, bê EDALET û bêînsaf. Gelo ev rastiya jiyanê ye!

Lê cardin “BINGEHA DEWLETÊ EDALET E “ tê bîra min. Ev gotin tecrube ye, rastiya jiyanê xwendine ev e. Lewra ji bo bê EDALET e, ev dewlet tu car nebûye dewlet. Tenê xwe dewlet dizane lê her tim zîndana hemwelatiyê xwe ên mixalif bûye.

Dewlet ew e ku ji hemwelatiyê xwe re bibe cihê jiyanê, ne mirinê, bibe cenneta li dinyayê.

Dema vê rastiyê difikirim jî cardin ji tirsan xelas dibim.

Belê heta ku EDALET ne di gotin û nivîsandinê de, di pratîkê de neyê nîşandan, ev dewlet di nezara mixalifan de herdem ewê ne dewlet be. Ewê cenewirek har be.

Misoger emrê cinawiran jî bi sînor e.

EDALET ji bo herkesî wê rojek pêwist bibe. Ne tenê li vê dinyê li axretê jî!

Özeti: Bu yazıda "adalet mülkün temelidir" özdeyişinden hareket ile ADALET gibi evrensel bir kavramın her kesim tarafından savunulduğu ve kullanıldığı,  dehşet verici olanın ise adalet talep eden ezilenlerin iktidar olduklarında, ADALETi sadece kendi taraftarlarına uygulamaya koyduklarıdır.Bu işleyişin hayatın bir gerçeği olduğu konusunda şüpheye düşülmekte ise de, ADALET MÜLKÜN TEMELİDİR özdeyişinin bu şüpheyi giderdiğini ve adalet ile hüküm etmeyenlerin muhakkak gidici olduğu vurgulanmaktadır. 

                                                                                              Prz. Mehmet Rauf Çiçek

                                                                                              Baroya Amedê

(Aksiyoner Hukukçular Derneği Bülteni 2.sayı Sayfa 27)

Meya Hukuk | İletişim Bilgileri

  • Tel: 0412 228 1525
  • Fax: 0412 228 1525
  • Gsm:0531 611 33 22 | 0507 558 98 28
  • Email: info@meyahukuk.com
  • Adres:Mahabad Bulvarı No:2 Gold Office Büro No:14/40 Yenişehir/Diyarbakır

Yasal Uyarı

​İnternet sitemizdeki bilgi ve açıklamalar sadece bilgilendirme amaçlıdır. Sitemizde yer alan bilgiler reklam amaçlı değildir. Kullanılan bütün içerikler Meya Hukuk danışmanlık bürosuna aittir. Büromuzun açıkça yazılı izni olmadan logo ve sair bilgileri kullananlar hakkında yasal işlem yapılır. Bu siteyi ziyaret ederek yukarıdaki şartları kabul etmiş sayılırsınız.