All for Joomla All for Webmasters
-->

Mafê Perwerdehî Ya Bi Zimanê Zikmakî

Zimanê Zikmakî her çiqas bi avakirina komarê vir de li Tirkîyê pirsgirékek be jî bi hewldanek siyasi a dawi ket rojeva Tirkîye yê.

Di nav gel de zimanê zikmakî wek tiştek xwezayî bê dîtin jî desthilatdar/îqtîdar bi eynî nêrîné nêzikê mijarê nabin.

Desthilatdar/îqtidar ji bilî zimané fermî bi zimanek diné kar anîn kêmanîyek an qelseyek ji bo desthilatdariya/iqtidara xwe dibînin .

 

Ji ber vîya ye ku ev mesele di nav peymanên navneteweyan de cîh girtîye.Bi vî awayî xwestine ziman re garantor çêkin. Di nav van peymanan de ziman di beşa mafê perwerdehîyê de hatiye nivîsandin.

Tirkîye her çiqas li van peyman imzeya xwe danî be jî ev imzeya bi şerta girêda ye. Ango ji bo mafê zimanê zikmakî imzeya xwe dananiye.

       Makeqanûna xwe de xala 42. de “ kes jı mafé perwerdehiyê û hînkirinê nayê mehrûm kirın” nivisandîye û di dewama wî de “ji bo hemwelatiyê Tirka ji bilî zimanê Tirkî ziman qedexe” kiriye.”

Yanî pêşî li zimanê zikmakî girtiye.

Ji ber ku dema peymanên navnetewî imza xwe tevî şerha xwe dani ye, di hêla hiqûqê de tu asteng li hember dernayê.

Lê rewşa ku îro Tirkîye têda ye de ev maf nasînin li ser ferz dike. Vê rewşê dewlet ji me çêtir dizane. Lê ji ber menfaatên siyasî ev dayina vî mafî paş ve tê avêtin. Çiqas paş ve bikeve wê rewş ewqas xirabtir bibe.

Wisa tê xuyakirin îro li Tirkîyê hêza sîyasî a Kurd vî mafê xwe wek defacato wê bikar bîne. Ev ji bo dewletê ne tiştek başe.

Pirsgirêka ziman, pirsgirêke sadsalên dawîye. Lewra mêjû de li ser zimanan tu astengiyek tunebû ye. Lê demên dawî de qedexe kirina ziman ji bo pişavtiné û haqimîyeta yek millet, yek dewletan ferz hatiye dîtin. Dewlata Tirkîye yê jî di asta herî bilind de ev qedexa ziman bi kar aniye.

Di vî rewşê de gelo kesên hiqûqnas gere çawa tevbigerin? Ev kesan bi kijan argumanan vî mafî bînin ziman?

Li gor fîkra min ev maf wek mafek xwezayî were dîtin. Mirov jî di vê çerçovê de bi parêze. Dewlet mecbure ku hewcedarîyê hemwelatiyê xwe bicîh bîne. Di çerçova peymanên navneteweyî de ev mesele bi tevayî çareser nabe.

Giringî û menfeeta bi zimanê zikmakî perwerdehî qebûlê herkesî ye. Naxwe ji her hemwelatî re fersend dayina bi zimanê zikmakî perwerdekirin li ser dewletê ferze. Dema em bi vê nêrîne nêzî meselê bibin, bawerim wê rê ji bo me kurttir be.

Di hêla imkanan de ji ev mesele ne tiştek ne mimkine. Em di demek wisan dane ku tiştên bê îmkan, mimkin dike. Helbet ji mesela bi zimanê zikmakî perwerdehî yê re jî çare dîtin mimkine. Bes desthilatdar samîmî bin.

Wek gotına gelêrî; maf nayîn dayîn, tên standin. Wer xuya ye ku ev maf bi xweşikî neyê dayin, wê were standin. Ev ji mafek dinê ye.

Li ser me ji ferze ku em jî li hêlan mafan cîh bigrin.

                                                                   Prz. Mehmet Rauf ÇİÇEK

                                                                      Endamê Baroya Amedê

                                  (Aksiyoner Hukukçular Derneği Bülteni 1. Sayı Sayfa 24)

 

Meya Hukuk | İletişim Bilgileri

  • Tel: 0412 228 1525
  • Fax: 0412 228 1525
  • Gsm:0531 611 33 22 | 0507 558 98 28
  • Email: info@meyahukuk.com
  • Adres:Lise Caddesi, 1.Sokak, Arda Plaza, No:7/18 Yenişehir/Diyarbakır

Yasal Uyarı

​İnternet sitemizdeki bilgi ve açıklamalar sadece bilgilendirme amaçlıdır. Sitemizde yer alan bilgiler reklam amaçlı değildir. Kullanılan bütün içerikler Meya Hukuk danışmanlık bürosuna aittir. Büromuzun açıkça yazılı izni olmadan logo ve sair bilgileri kullananlar hakkında yasal işlem yapılır. Bu siteyi ziyaret ederek yukarıdaki şartları kabul etmiş sayılırsınız.